Li Yozgatê êriş li karkerên Kurd kirin

Li Yozgatê êriş li karkerên Kurd kirin

Li navçeya Çekerek a Yozgatê, karkerên Kurd ên bo daristanan, ji ber ku xerac nedan, rastî êrişê hatin û ji herêmê hatin derxistin.

A+A-

Hejmareke mixtarên li navçeya Çekerek a Yozgatê, ji karkerên Kurd ji ber vedana konan li cihê dewletê daxwaza , xeracê kirin.

Karkerên ku dana xeracê red kirîn rastî êrişê hatin û piştre jî ji alîyê mixtaran ve ji wê herêmê hatin dûrxistin.

Rojnamevan Îsmaîl Kuçukkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku “Nijadperestên çavpirçî êrişî karkerên Kurd kirin. Karkên Kurd ên ji bo kar çûne Yozgatê, mixtarên li herêmê xwestin ji ber çadirên li cihên dewletê hatine vedan xeracê werbigrin. Dema ku karkeran ew yek red kirin rastî êrişî grûpeke qelebalix hatin û neçar man ku ji herêmê derbikevin.”

Piştî ku bûyer mezin dibe Qeymeqamê Çekerek û Şaredarê Çekerek û cenderme diçin cihê bûyerê.

Qeymiqamê Çekerekê ji karkeran re dibêje ku “divê em ewlehîya we biparêzin” û piştre daxwazê ji karkeran dike ku ji herêmê derbikevin.

Cendermeyan karker heta bajarê Meletîyê birin û ji wê derê karkerên Kurd bixwe heta navçeya Derîk a Mêrdinê çûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin