Li Xaneqînê erdhejek pêkhat

Li Xaneqînê erdhejek pêkhat

.

A+A-

Rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku erdhejek li Xaneqînê pêkhatiye.

Îro 15.03.2021ê rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî di tora xwe ya facebookê de ragehand, şeva borî ber bi sibehê ve demjimêr 01:51ê erdhejek bi hêza 4.1 li gor rîxterê 9 kîlometreyan dûrî Xaneqînê û 27 kîlometre dûrî  Celewla pêkhatiye.

Seqanasiya herêma Kurdistanê got, erdhej 11 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye û ti ziyanek li dû xwe neaniye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin