Li Wanê termê kesekî hat dîtin

Li Wanê termê kesekî hat dîtin

.

A+A-

 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê termê koçberekê hat dîtin ku tê pêşbînîkirin ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan li nêzikî gundê Xeşkan ê ser bi Elbakê ve li parêzgeha Wanê ku dikeve ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, termê zilamekê hat dîtin.

Termê wî kesî ji aliyê tîmên ser bi Fermandariya Cendirme ya Elbakê ve ji bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hat veguhastin.

Her li gor zanyariyan ew termê kesekî biyanî ye ku hewl daye sînorê Bakurê Kurdistanê derbas bike, lê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din hêzên emnî li gundên Elbes kesekî bi navê F.A û kurê wî F.A bi tometa “qaçaxcetiya koçberan” desteser kirin.

Ev di demekê de ye ku hejmareke zêde ya koçberan bi rêya derbaskirina sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hewl didin xwe bigihînin Wanê û bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Lê ji ber keşûhewaya tund a deverê û şert û mercên xerab û zehmet gelek ji wan di wê rêyê de jiyana xwe ji dest didin.

Tîrmeha 2019an li Wanê di bûyereke trafîkê de mînîbusa koçberan wergeriya û di encamê de 17 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes birîndar bûn.

Roja 27ê Hezîrana 2020an di encama binavbûna belemekê de li Gola Wanê 61 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Berfanbara 2020an di bûyereke din a binavbûna belemekê de 7 koçber xeniqîn. Vê zivistanê jî li Çaldêranê 13 koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha Berfanbara 2020an jî li nêzikî gundê Xanik ê nêzikî navçeya Elbakê termê 3 koçberan hatibu dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin