
Li Wanê qedexeya ku 5 sal in didome 15 rojên din hat dirêjkirin
.
A+A-
Li parêzgaha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çalakî û bernameyên cemawerî ku ji 21ê Mijdara 2016an ve 15 rojan carekê tê dirêjkirin, careke din 15 rojan hat dirêjkirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand, 15 rojên din bi hinceta ‘ewlehiyê û parastina can û malê welatiyan’ qedexe hatiye dirêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, qedexeya ku li bajarê Wanê her 15 rojan carekê tê dirêjkirin ketiye 5 saliya xwe ku 1,623 rojin bênavber berdewam dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin