Li Wanê malbateke hejar 40 roj in di tariyê de dijî

Li Wanê malbateke hejar 40 roj in di tariyê de dijî

.

A+A-

 Li Wanê malbateke hejar ji ber ku nekariye deynê xwe bide, elektrîk li ser hatiye qûtkirin û ev 40 roj in di tariyê de dijî. Malbata hejar bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê dike.

Li taxa Bostanîçî ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê, Yûsil Nillî li gel hevjîn û 3 zarokên xwe ev 40 roj in di tariyê de dijî. Sedema qûtkirina elektrîkê li ser wê malbatê jî ew e ku nekariye 140 hezar lîre (18.600 dolar) deynê elektrîkê bide.

Yusuf Nîllî ji Rûdawê re ragihand, “Yek jê keç, 3 zarokên min hene. Ji ber rewşa xerab a aborî me nekarî 140 hezar lîre deyn bidin û bi wê sedemê elektrîk li ser me qût kirine. Ev 40 roj in elktrîka me nîne û em li ber mûm (find) dijîn.”

Nîllî dibêje, ev 5 sal e nekariye karekî peyda bike bo ku debara jiyana malbata xwe dabîn bike û got, “Keça min a biçûk nexweşiya bêhntengiyê li gel e, mehane em dibin nexweşxaneyê. Herdu zarokên din jî xwendekar in. Neçar in li ber ronahiya mûmê dersên xwe bixebitin.”

Di dewama gotinên xwe de Nîllî ragihand ku wan berî niha ji kompaniya elektrîkê ya li Wanê (VEDAŞ) re rewşa xwe vegotine, “Me xwest bi berpirsan re bicivin, lê ti kes ji me re nebû alîkar. Me xwest parêzgar bibînin lê parêzgar jî deriyê xwe li ber me venekir. Em di rewşeke xerab de ne û em dixwazin alîkariya me bê kirin.”

Nîllî amaje bi rewşa niha jî kir ku peydakirina kar di vê serdema belavbûna Coronayê de zehmet bûye û got ku wî serî li saziya peydakirina kar (ÎŞKUR) a dewletê jî da lê “min kar peyda nekir. Min xwest karekî bidin ku bikarim debara malbata xwe dabîn bikim. Ti rêyek li ber min nemaye jibilî ku dengê xwe bilind bikim û daxwaza alîkariyê bikim.”

Meha Çileya derbasbûyî tîmên ser bi VEDAŞê ve li taxa Bostanîçî ya Îpekyoluya Wanê bi hinceta ku rê li ber “qaçaxceti”yê bigirin, hewl dabûn pîverên elektrîkê veguhêzin ser stûnên elektrîkê û bi vê sedemê alozî di navbera niştecihên navçeyê û tîmên ser bi wê kompaniya elektrîkê ve rû dabû.

Herwiha piştî wê bûyer û aloziyê, VEDAŞê elektrîk li ser wê taxa Îpekyoluyê qût kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin