Li Wanê goleke din jî ziwa bû

Li Wanê goleke din jî ziwa bû

.

A+A-

 Ji ber hişkesaliyekî li herêma Wanê golek ziwa bû. Profesorek jî hişyariyê li ser metirsiya hişkesaliyê dide. Berî niha goleke din jî li herêma Wanê ziwa bûbû.

Gola li navçeya Mehmûdî ya ser bi parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê ve, îsal ji ber hişkesaliyê bi temamî ziwa bû.

Rûberê wê golê ku wek `Gola Xwê` jî tê binavkirin, 371 hektar e û her sal mazûvaniya bi hezaran çûkên ji cûrên ciyawaz dikir, lê îsal bû çol.

Rûyê vê gola ku berî niha wek herêma “divê bê parastin” hatibû ragihandin, ji ber zêdebûna rêjeya xwê û nemana avê, bi temamî spî bû.

Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu ku akademîsyen e li beşa Cografya ya Peymangeha Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, amaje bi wê kir ku hişkesalî bûye metirsiyeke cidî.

Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu got, “Îsal ji ber kêmbûna baranê û zêdebûna pileya germayê, rêjeya hişkesaliyê 5 caran zêdetir kiriye. Ev jî dibe sedema gelek Golan. Ziwabûna Gola Xwê rewşeke çaverêkirî bû. Bi vî awayî berdewam be, gelek golên biçûk dê ziwa bin û Gola Wanê jî dê vekişe.”

Serokê Odeya Zîraetê ya Wanê Şayettîn Ceylanci, tekez kir ku ziwabûna du golan tenê li herêma Wanê, bi serê xwe nîşanek e girîng a hebûna hişkesaliyê ye ku bûye metirsiyeke cidî.

Cîgirê Serokê Odeya Zîraetê ya Wanê Ahmet Oner jî rêjeya kêm a berfbarîn û baranbarînê di heyama îsal de wek sedema sereke ya hişkesaliyê nîşan da.

Ev di demekê de ye ku li navçeya Qerqelî jî golek ji ber hişkesaliyê ziwa bûbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin