Li Wanê du kolber tên êşkencekirin û yek ji wan canê xwe ji dest dide

Li Wanê du kolber tên êşkencekirin û yek ji wan canê xwe ji dest dide

.

A+A-

Rojnamevanekî Kurd ê xelkê Wanê, di çend twittan de behsa bûyera êşkencekirin û canjidestdana du kolberan dike û dibêje pênc roj berî niha du kolberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê piştî ku derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê dibin, li nêzîkê bajarokê Çaldêranê ji aliyê cendirmeyan ve tên desteserkirin û bo baregeha Beydogan tên şandin û li baregehê rûbirûyê êşkenceyeke zêde dibin.

Ruşen Takva li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye, piştre bi fermana efserê baregah, herdu kolberên bi navên Behmen Semedî û Hesen Kêçelanlu dişînin qulleyek serbazî ya ser sînor, li wê derê jî tên êşkencekirin.

Wek hatiye behskirin, herdu di rewşeke bêhişbûyî de bo ser sînor tên avêtin.

Takva di twitta xwe de dibêje, wek tê behskirin, dema Behmen Semedî tê ser hişê xwe, dibêne Hesen Keçelanlu canê xwe ji dest daye. Ew jî bi birîndarî vedigere gundê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê û behsa rewşê dike. Ji ber wêya gelekî hatiye êşkencekirin, rewşa wî ya tendirûstiyê têk diçe, Behmen bo nexweşxaneyê tê veguhestin û niha di jêr çavdêriya hûr de ye û rewşa wî nebaş e.

Ew rojnamevanê Kurd di twitta xwe de balê dikşîne ser gotegotekê ku qaşo termê Hesen Keçelanlu heta niha li ser sînor maye û serbazên Îranê ne amade ne termê wî veguhêzin, ji ber wê ya dîtine nîşanên êşkenceyê li ser laşê wî hene, lewra daxwaz ji aliyê Tirkiyê kirine ku bi awayekî fermî radestî wan bikin.

Di herdu rewşan de jî çarenivîsa termê wî kolberî ne zelal e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin