
Li Wanê 5 penaber hatin îşkencekirin
.
A+A-
5 penaberên Afan ên dixwestin ji Îranê, derbasî bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin binçavkirin û piştre jî îşkence li wan hat kirin.
Li gorî wêneyên hatine belavkirin, leşkeran piştî binçavkirina penaberan îşkence li penaberan kiriye.
Hat zanîn, penaber5ê Gulanê dema ku ji gundewarên bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wanê bûne ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û piştî rastî lêdan û îşkenceyê hatine ew penaber paşde hatine vegerandin.
Li gorî vîdyoyên belav bûne, penaber bixwe dibêje, leşkerên tirk îşkence li me kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin