Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanş di meha Mijdarê de 39 jin hatine kuştin

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanş di meha Mijdarê de 39 jin hatine kuştin

Di 11 mehên 2019ê herî kêm 430 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin. Platforma Em Dê Kuştina Jinan ‎Rawestînin raporta xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gor raportê, di Mijdarê de 39 jin ji alîyê mêran ‎ve hatine kuştin. ‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor daneyên Platformê, di 11 mehên 2019ê de jî herî kêm 430 jin li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin. Herî zêde li bajarên Tirkîyê. Di Mijdarê de kuştina 11 jinan wek “mirina biguman” hatîye tomarkirin, 19 jin jî nayê zanîn ji ber çi hatine kuştin, 4 bi hincetên aborî hatine kuştin û 5 jin jî li ser meseleyên cudabûn, qebûlnekirina lihevhatinê yan redkirina daxwaza hevaltîyê hatine kuştin.

11 jin nayê zanîn ji alîyê kê ve hatine kuştin, 11 ji alîyê hevjînên xwe ve, 2 ji alîyê hevjînên xwe yên berê ve, 1 ji alîyê hevalekî xwe yê berê ve, 4 ji alîyê bavên xwe ve, 3 ji alîyê xizm û nasan ve, 2 ji alîyê kurên xwe ve, 1 ji alîyê birayê xwe ve û 4 ji alîyê hevalên xwe yên ligel hev bûne hatine kuştin.

Li gor heman raportê, 13 jin bi çekan, 8 bi kêran, 5 bi lêdanê, 3 bi maddeyên kîmyayî, 3 ketina ji devereke bilind, 1 xeniqandin, 1 bi maddeyên kîmyayî û ketina ji devereke bilind hatine kuştin. 5 jin jî nayê zanîn ka çawa hatine kuştin.

Jin bi piranî li malên xwe hatine kuştin. 30 jin di malên xwe de, 1 di nav otomobîlê de, 2 li nav kolanê hatine kuştin. 2 jin li nav daristanê, laşê 1ê li ber peravên deryayê hat dîtin, 2 jin jî nayê zanîn li ku hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin