Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji îro pê ve karantînaya qismî destpê dike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji îro pê ve karantînaya qismî destpê dike

.

A+A-

Tirkiye, ji ber zêdebûna hejmara pêketinên vîrusa Korona, biryarên nû stend û ji îro pê ve karantînaya qismî ragihand.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê diyar kir, di 24 saetên dawî de 59,187 kes bi vîrusa korona ketine ku ew ji destpêka pandemiyê vir ve li wî welatî hejmara herî bilind e.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, vîrusa Korona di 24 saetên dawî de 273 kes kuştine.

Ji ber zêdebûna pêketinên vîrusa Korona, Tirkiye dê ji îro pê ve bo du hefteyan karantîna qismî destpê bike.

Bi karantîna qismî, dê rêwîtiya di navbera bajaran de xeynî rewşên mecbûrî qedexe be û di dawîya hefteyan de jî dê derketina derve sînordarkirî be.

Karbidestên Hikûmeta Tirkiyê destnîşan dikin, eger bi karantînaya qismî hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa Korona kêm nebin, ew ê tedbîrên tundtir ragihînin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin