Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro xwendina rûbirû destpê kir

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro xwendina rûbirû destpê kir

.

A+A-

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li parêzgehên ku metirsiya Korona kêm e, îro xwendina rûbirû destpê kir.

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê diyar kir, îro li wan parêzgehên ku metirsiya Koronayê kêm e li  tevahiya qonaxên xwendina di nav polê de destpê kir.

Di qonaxên destpêkê de, di hefteyê de 2 rojan dewam heye, xwendevanên pola 8 di hefteyê de  2 rojan û bi giştî 12-22 saetan dewam dikin. 

Xwendevanên pola 9-10-11 bi komên cuda cuda di hefteyê de 2 rojan dewamê dikin û xwendevanên pola 12 di hefteyekê de 16-24 saetan dewamê dikin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heya niha 2 milyon û 711 hezar û  497 kes bi Koronayê ketine û  28 hezar û  638 kesan jî can dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, do nexşerêya asayîkirina rewşê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kiribû û bajar li gor hebûna metirsiya Koronayê hatibûn kategorîkirin û biryar hatibû dayîn, li bajarên ku metirsî lê kêm xwendina rûbirû destpê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin