Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê cihê walîyan hat guherîn

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê cihê walîyan hat guherîn

Cihê Qeyûm û walîyê Mêrdînê Mustafa Yaman û qeyûm û walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu hat guherîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bi îmzeya serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan Bîryarnameya Walîyan hat weşandin. Li gor bîryarnameyê walîyên 41 bajarên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hat guherîn, 17 walî hilgirtin navendê.

Li gor bîryarnameyê 18 walîyên nû hatine erkdarkirin cihê 23 walîyan hatîye guhertin.

 Li gorî erkdarkirinê şûna walî û qeyûmê Ameda Bakurê Kurdistanê Hasan Basrî Guzeloglu Munîr Karaoglu hatîye erkdayîn. Li şûna walî û qeyûmê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Mustafa Yaman jî walîyê Edeneyê Mahmut Demirtaş hatîye erkdayîn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin