Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 89 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 89 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 89 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 936 kes jî bi koronayê ketin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca dawîn amarên vîrusa koronaya nû (COVID-19) li hejmara xwe ya Twîtterê belav kirin.

Li gor zanyarîyên ku Fahrettîn Koca belav kirine, di heyama 24 demjimêran de li Tirkîyê û Bakurê Kurdista 89 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane

Her li gor zanyarîyên hatine belavkirin, di heyama rojekê de 2 hezar û 9 36 kes jî bi vîrusa koronayê ketine û 5 hezar û 231 kes jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 81 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane, 117 hezar û 589 kes bi wê vîrusê ketine û 44 hezar û 22 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin