
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 340 wefat û 25,280 pêketinên nû hatin
.
A+A-
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya 2yê Gulanê ya rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî tabloya îro hatiye eşkerekirin, di 24 saetên dawî de 340 kes bi koronayê mirin û 25 hezar û 980 kesên din jî pê ketin.
Li gorî amarên wezaretê di 24 saetên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji nav pêkiyên nû 2 hezar û 587 kes wekî nexweş hatine tomarkirin.
Bi van amarên dawî re, heta niha 40 hezar û 484 pêketiyên koronayê mirine û hejmara pêketiyên giştî jî gihîştiye 4 milyon û 875 hezar û 388 kesan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin