Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronayê de daxuyanîyek belav kir û aşkere kir 947 pêketîyên nû yê vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 17 kes jî bi Koronayê mirine.

A+A-

Êvara roja çarşemê 15.07.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşîya vîrusa Koronayê ji ser hesabê xwe yê tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî wê 42 hezar û 320 pişkinînên nû hatine kirin û 947 pêketîyên nû hatine tomarkirin û 17 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1.013 nexweş jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê heta niha 215 hezar û 940 kes bi nexweşîya Koronayê ketine û 197 hezar û 733 nexweş baş bûne. Herwiha 5.419 nexweş jî bi Koronayê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin