Li Tirkîyê pêngaveke din bo asayîkirina jîyanê

Li Tirkîyê pêngaveke din bo asayîkirina jîyanê

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê pêngavên asayîkirina jîyanê berdewam in. Herî dawî li seranserî Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hemû kuafor û navendên ciwankarî dest bi kar kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bi biryareke Wezareta Navxwe ya Tirkîyê hemû berber, kuafor û navendên ciwankarî roja 21ê adarê hatibûn girtin.

Weke yek ji  encamên proseya asayîkirina jîyanê ku ji alîyê hikumetê ve tê meşandin piştî 21 Adarê yekem car li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê berber, kuafor û navendên ciwankarîyê hatine vekirin û di roja yekem de cihên navborî li gorî rênimayan dest bi karê xwe kirin.

Kuafora bi navê Nebahat Altin dibêje: “Li gorî rênimayîyan, em yek bi yek mişterîyên xwe verdigirin, nabe ku kes li jor bisekine û nabe ku salon qelebalîx bibe. Mask jî bo herkesê mecbûrî ye.”

Li gorî biryarê kuafor, berber û navendên ciwankarîyê dê serê sibê seat 9 heta 9 êvarî 12 seatan bi sistema randewu dewamê bikin. Tevî hebûna tirsa koronayê jî xelkê berê xwe dane kuafor û berberan.

Kuafor Ramazan Bilicî jî dibêje: “Em mesafaya xwe û mişterîya diparêzîn. Li gorî rênmayîyan em kar dikin, her amûrek weke destmal û amûrên din tenê bo yek car tên bikaranîn.

Mişterî Metin Dereli jî got: “Piştî 62 rojan min pora xwe çêkir, berîya cejna remezanê biryareke baş hatîye standin.”

Beşek ji Xwdîyên kuafor û berber û navendên ciwankarîyê jî dibêjin ku dema ew li ser kar nebûn jî ji wan re fatureyên av û gaz û ceyranê hatine şandin û çi alikarîyek jî negihiştîye destê wan.

Derbarê vê yekê de  Xwedî Navenda Ciwankarî Deniz Damla jî wiha axivî: “Bo me proseyeke gellek zehmet bû, 15 xebatkarên me ji kar derxistin, hinek alîkarî gihiştin me, lê niha ez deynê 4 kredîyên xwe didim barê me giran e.”

Xwedî Navenda Ciwankarî Erkan Guzel jî dibêje: “Gotine ku dê dewlet di mijara kirêyan de alikarîya we bike, me jî daxwaza alikarîyê kirîye em hêvî dikin ku dewleta me alikarîya me bike.”

Xwedîyê navendeke din a ciwankarîyê Semîh Akar jî got: “3 meh in cihê me girtî ye, lê 200 lîre fatureya ceyranê, yek 183 lîreû  yek 200 lîre 2 fatureyên gazê hatin. Dikan girtî ye, lê dîsa jî  fature  dişînin, xwedîyê  xanî kirê dixwaze, dewlet bacê dixwaze.”

Kuafor, berber û navendên ciwankarîyê yên li Enqerê berîya dest bi kar bikin ji alîyê şaredarîyê ve hatin dezenfektekirin. 

Şewket Herkî-Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin