Li Tirkîyê nêzîkî 3 hezar kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane

Li Tirkîyê nêzîkî 3 hezar kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Korona zêde dibe û duhî 92 kesên din canê xwe jidest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên bûrî ya koronayê ragihand, 92 kesên din canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 392 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane gihişt 2 hezar û 992 kesan, yên bi koronayê ketine jî gihişt 114 hezar û 653 kesan.

Dîyar kir jî, hejmara kesên ji nexweşîya Korona baş bûne, gihştîye 38 hezar û 809 kesan.

Ji alîyekî din ve jî, Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Ebdulhemîd Gul da xuyakirin, li 4 girtîxaneyên cuda, 120 girtî bi vîrusa Korona ketine. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin