Li Tirkîyê gotûbêjên ser derbeyê gurtir dibin

Li Tirkîyê gotûbêjên ser derbeyê gurtir dibin

Li Tirkîyê ev çend rojin di navbera partîya deshilatdar Ak Partî û partîya muxalefeta sereke CHP nîqaşa darbeyeke nû û hilbijartineke pêşwext gur dibe.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Tirkîye ya ku heta niha 7 darbeyên leşkerî pêk hatine û herwî dawî di sala 2016an de bi hewla darbeya leşkerî re rû bi rû maye careke din di rojeva partîyên sîyasî yên wî welatî de egera darbeyeke nû heye. Partîya deshilatdar Ak partî partîya muxalefetê CHPê weke ku bangawazîya darbeyeke leşkerî dike sucdar dike. CHP û HDP dîyar dikin ku Ak Partî ji bo ku têkçûna xwe bincil bike behsa darbeyê bilêv dike. Pipsor jî dibêjin li Tirkîyê êdî tu darbe pêk nayên.

Li Tirkîyê ev çend rojin di navbera partîya deshilatdar Ak Partî û partîya muxalefeta sereke CHP nîqaşa darbeyeke nû û hilbijartineke pêşwext gur dibe. Serokkomarê Tirkîyê û di heman demê de serokê giştî yê partîya deshilatdar AK Partîyê Recep Tayîp Erdogan CHP bi tundî şermezaer kir û got kesên bi rêyên demokratîk nikarin bibin deshilat berê xwe didin darbeye û dema ku em berê xwe didin daxuyanîyên rayedaên CHPê em bangawazîya darbeyekê dibînin. Berdevkê Ak Partîyê Omer Çelîk jî bi daxuyanîyekê ragihand ku CHP dixwaze darbeyê wîna gel bide û di rojeva wan da hilbijartinek pêşwext nîne.

Derbarê van daxuyanîyên Ak partîyê de cigirserokê CHPê Yildirim Kaya da zanîn ku deshilata Ak Partîyê ev 4 salin bi darbeueke sivîl û bi pergala darbeye Tirkîyê bi rêve dibe û bi sucdarkiirna CHPê jî dixwaze têkçûna xwe û qeyrana aborî bincil bike.

Yildirim Kaya -Cîgirserokê CHP- got:: Li Tirkîyê di 20êTîrmeha 2016an de bi destê AKPê darbeyeke sivî pêk hat û îro jî Tirkîye bi vê derbayê re tê birêvebirin. Ger îro li ser şaredarîyan qeyum hebin, serokên partîyên sîyasî û rojnamevan di girtîgehan de bin sedema vê darbeya sivîl ya AKPê ye. AKP ji bo ku têkçûna di nav xwe de, qeyrana aborî û zêdebûna nirxê dolar pêş çavê gel dûr bixe partîya me dike armanc û dibêje CHP darbeyê dixwaze. AKP rojevên bêbingeh û dûrî rastîyê tîne pêşîya gel.

Li gorî parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Tugrul jî ger li Tirkîyê darbeyek pêk bê ev yek dê bi destê deshilatdarîya AKP û MHP çêbe û sedema wê jî li ber çav ve.

Mahmut Tugrul -Parlementerê HDPê yê Dîlokê- dibêje: Li Tirkîyê eger amadekarîyên darbeyekê hebe hewceye AKP berê xwe bide derdora xwe. Ji ber ku niha li Tirkîyê hemû hêz û deshilatî di bin destê AKP û MHPê de ye. Ji bilî wan tu hêzek nîne ku darbeyê bike. AKP ji bo ku alîgirin jê dûr ketine careke din li derdora xwe kom bike weke ku talûkeyek heye dide nîşandan. AKP ber bi windabûnekê ve diçe û bi van daxuyanîyan dixwaze deshilatîya xwe dirêj bike.

Bi boçûna sîyasetzan Prof.Dr.Tevfîk Erdem jî li Tirkîyê êdî egera darbeyekê êdî nemaye û heta 2023an jî hilbijartineke pêşwext xuya nake.

Prof.Dr.Tevfîk Erdem- got:Tirkîye rojên hessas de derbas dibe lê belê ez êdî pêkan nabînim ku darbeyek pêk bê. Daxuyanîyên rayedarên CHPê weke bangawazîya darbeyekê tê nirxandin lê belê ev yek ne rast e. Armanca daxuyanîyên CHPê ew e ku deshilatê bixe zorê û jê re bibêje êdî deshilata te bidawî dibe. Di heyama ku aborîya Tirkîyê di nava qeyranekê de ye û veyrosa koronayê heye ne bawer im ku hilbijartinek çêbe û heta 2023an jî li pêşîya Tirkîyê hilbijartin xuya nake.

Serok wekîlê koma CHPê Ozgur ozel bi daxuyanîyeke çapemenîyê ragihandibû ku dawîya rejîma qesrê tê û dewleta Komarîya Tirkîyê dê bê. Seroka Şaxa bajarê Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu jî gotibû ku deshilata AKPê an dê bi hilbijartinekê biçe an jî bi rêyeke din. Piştî van daxuyanîyan di navbera partîya deshilatdar AK Partî û muxalefeta sereke CHPê de nîqaşên darbeyeke nû destpêkiribûn.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin