Li Tirkîyê 97 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkîyê 97 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê duhî 97 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fehrettin Koca amarên 24 demjimêrên bûrî yên pêketin û mirina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ragihandin.

Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 97 kesên din canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 789 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî şêweyî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt hezar û 198 kesan, yên bi koronayê ketine gihiştîye 56 hezar û 956 kesan, yên baş jî bûne gihiştîye 2 hezar û 96 kesan.

Di pêvajoya bergirîyên li hember Koronayê de ye, qedexeya çûnûhatinê bo heyama 48 demjimêran li 31 bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê de hatibû ragihandin, nîva şeva bûrî jî bidawî bûbû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin