
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû
.
Ajansa Mehrê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, şerek di navbera hêzên ewlehiyê yên Îranê û komeke çekdar de çê bû ku guman tê kirin endamên hewalgiriya Îsraîlê (Mossad) bin û planên êrîşkirinê hebin.
Ajansa Mehrê ya Nûçeyan ron jî kir, "Ew şer li bajarê Rêyê li başûrê Tehranê qewimî, nîv seetê vekêşa û paştir ew kes hatin girtin." Guman tê kirin ku wê komê peywendî bi hewalgiriya Îsraîlê ve hebe.
Ajansa navbirî amaje jî da ku, "Wê komê plan kiribû ku li deverên biqerebalix ên Tehranê çalakiyên terorîstî bike, lê planên wê hatin pûçkirin."
Herwesa Navenda Hewalgiriyê ya Artêşa Pasdaran li Loristanê jî ragihand ku, wan li bajarên Xoremabad, Brocerd û Du Rûdê pênc kes bi tometa sîxurî û xebata ji bo berjewendiyên Dezgeha Hewalgiriyê ya Îsraîlê (Mossad) girtine.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin