Li Sûriyê teqîn...Hikûmet Emerîkayê sûcdar dike

Li Sûriyê teqîn...Hikûmet Emerîkayê sûcdar dike

Şevê din hejmarek ji bingehên serbazî yên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê rastî êrîşê hatin û di encamê de 26 çekdarên Îranî û alîgirên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

A+A-

Rojnameya Tişrîn a ser bi rêjîma Sûryê ve, ji ser zimanê hin jêderan belav kiriye, ku ew êrîşa şevê din li dijî hin bingehên serbazî yên Hikûmetê li gundewarên Heleb û Hemayê hatiye kirin, ji bingehên Amerîkî û Birîtanî hatiye encamdan.

 

Heman rojnameyê diyar kir, ku ew bingeha ji wê êrîşî derdora Heleb û Hemayê bûye, li bakurê Urdinê ye û di wê êrîşê de neh mûşekên balistî hatine bikaranîn.

Lê ji aliyê xwe ve, Îdara Amerîkî encamdana wê êrîşê li dijî bingehên serbazî li Sûrya red kir.

Kenala CNN ya Amerîkî, ji ser zimanê hin jêderên serbazî yên Amerîkî belav kiriye, ku ti pêwendiya Amrîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşa li ser bingehên serbazî yên Hikûmeta Sûryê li Hema û Helebê tine ye.

Şevê din hejmarek ji bingehên serbazî yên hêzên ser bi Îranê ve li Sûryê rastî êrîşê hatin û di encamê de 26 çekdarên Îranî û alîgirên rêjîma Sûryê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve çalakvanan diyar kirin, ku bêtirî 40 çekdarî di wê êrîşê de hatine kuştin û nêzîkî 60ên din jî birîndar bûne.

Herwiha zelal kirin, ku piştî êrîşa şevê din, teqînên tund û agirekî mezin di komgeheke Îranî ya çekan de, li derdora bajarê Selheb yê gundewarên rojavayê Hemayê çêbû.

Bi gotina çalakvanan, ew bingeh bi navê Çiyayê lêkolînan 47 tê naskirin, rûbera wê gellekî mezin e û Îran bingeheke serbazî mezin têde ava kiriye ku ji serbazgeheke rahênanê û komgehên çekan pêk tê, herwiha milîsên Efxanî, Pakistanî, Iraqî û Lubnanî têde cih digirin.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin