Li Stenbolê wê rewşa Kurdên sedsala 20an bê nîqaşkirin

Li Stenbolê wê rewşa Kurdên sedsala 20an bê nîqaşkirin

Di komxebatê de akademîsyen wê behsa têkilîyên kurdan li Rojavayê Ewropayê, Cîhana Komunîstan û Rojhilata Navîn bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Stenbolê wê komxebatek li ser rewşa kurdan a di dema Sedsala 20an de bi rê ve biçe. Navê komxebatê “Di Sedsala 20an De Tevnên Sernetewî Yên Kurdan Li Rojavayê Ewropayê, Cîhana Komunîstan û Rojhilata Navîn” e.

 Di komxebatê de akademîsyen wê behsa têkilîyên kurdan li Rojavayê Ewropayê, Cîhana Komunîstan û Rojhilata Navîn bikin.

RUSKURD Projeya Lêkolînê ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Kurd û Rûs (Sedsala 19an û 21an) vê komxebatê li dar dixe. Projeya navborî di bin banê Zanîngeha Sciences Po Lille-ê de ye. Agence National de la Recherche (ANR - Ajansa Netewî a Lêkolînê li Fransayê) piştgirîya wê dike. 

Bername îro li navenda Enstituya Lêkolînên Anatolyayê ya Fransî (IFEA) ya li Beyoglûya Stenbolê wê dest pê bike û wê du rojan berdewam bike.

Ji EHESSê Masha Cerovic, ji Otto-Friedrich-Universitat Bamberê Barbara Henning, ji Zanîngeha Neuchatelê Jordi Tejel, lêkolînvanê serbixwe Omar Sheikhmous, ji Zanîneha Jageiellonianê ya Polonyayê Joanna Bochenska, ji Zanîngeha Parîsê Hardy Mede, ji Akkon-Hochschule für Humanwissenschaftenê Kenan Engin, akademîsyen Nicholas S. Glostronbury, ji Siciences Po Lille-ê Etienne Peyrat û Adnan Çelîk wê behsa rewşa kurdan a di sedsala 20em de bikin.

Ji bo zanyarîyên zêdetir bitikîne

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin