Li Stenbolê hejmara çalakgerên desteserkirî ji 200î derbas bûye

Li Stenbolê hejmara çalakgerên desteserkirî ji 200î derbas bûye

.

A+A-

Polîsan karker û xwendekarên xwestin ji Omer Hayyam, Mecîdiyekoy, Kaşê Kazanciyê, Dolmabahçeyê û Osmanbeyê, biçin Taksîmê desteser kirin.

Polîsan endamên Komîteyên Ciwanan ên ku xwestin 1ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin, desteser kirin.  

Koma ku li Omer Hayyama Beyoglûyê li hev kom bû, ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiya. Di dema meşê de komê pankarta ku li ser wê "Têkoşîn li her derê" nivîsî bû hilda û sloganên "Bijî Têkoşîna me ya 1ê Gulanê", "Bijî 1ê Gulanê", "Nikarin Takîmê li Ber Gel Bigirin" berz dikirin. 

Komê barîkatên polîsan danîbûn derbas kirin û hatin ber Qada Galatasarayê. Li vir polîsan midaxele li komê kir. Di encama midaxeleya polîsan de 10 kes desteser bûn.

Kesên polîsan ew desteser kiriye wiha ne: Devrim Çapar, Emin Beyaz, Hasan Dogan, Mert Batur, Kemal Yilmaz, Yunus Emre Karaca, İlknur Alagoz, Candeniz Aksu, Ezgi Gozoğlu, İbrahim Keskin.

Endamên Sendîkaya Karkerên Depo, Bender, Tersxane û Behran (DGD SEN) û UMUT SENê xwestin ji Dolmabahçeyê ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê polîsan destûr neda wan û midaxele li wan kir. Di encamê de 10 kes desteser kirin. 

Kesên polîsan ew desteser kirine ev in: Gizem Balcı, Leyla Bilgen, Çayan Akbıyık, Ulaş Hacımuratoglu, Faik Kundeş, Rojhat Tunç, Tahir Çetin, Erhan Akdogan, Barış Altun, Dilan İnce.

Endamên Halk Evleri, Yekîtiya Têkoşîna Hevgirtî û Meclîsên Têkoşîna Hevgirtî xwestine ji Harbiyeyê ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê polîsan midaxele li wan kiriye. Polîsan fîşekên gazê û gaza rondikrij bikar anîne û di encamê de 30 kes desteser kirine.

Endamên Konseya Nûnerên Karkeran û Hêza Kedê jî xwestine ji Tarlabaşiyê ber bi Taksîmê ve biçin. Çalakvanan pankarta "Qada 1ê Gulanê Taksîm e" hildaye. Polîs midaxele li wan jî kiriye û ew desteser kirine. 

Li Osmanbeyê jî komekê bi pankarta "Ji Kampusan ber bi kolanan ve em ê serbikevin" hildaye û ber bi Taksîmê ve meşiyaye. Polîsan hemû xwendekar desteser kiriye. 

Endamên Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) ji Mecîdîyekoyê xwestiye ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê polîsan midaxele li wan kiriye û 10 kes desteser kiriye.

ÇHD: Hejmara desteserkiriyan zêde dibe

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem daxuyaniyek weşandiye û gotiye hejmaka kesên hatine desteserkirin, 204 e:

“2 desteserkirî ji Qereqola Karakoyê serbest bûye. Cezayê pereyan ê îdarî dane rojnamegerek ku li Mecîdiyekoyê desteser kirine û ew serbest hiştine. Desteserkiriyên din piştî kontrola tenduristiyê bi piranî dibin Midûriyeta Emniyetê ya li Vatanê.

Hejmara nû ya desteserkiriyan 204 e. Em tevlî gelek hempîşeyên xwe li qadê ne. Em li qereqol û nexweşxaneyan rewşa desteserkiriyan dişopînin.”

 

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin