Li Şirnexê 3 dever ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin

Li Şirnexê 3 dever ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin

.

A+A-

Parêzgeha Şirnexê ragihand ku li Şirnexê Çiyayê Cûdî, Altındağları û Oymakaya ji bo 15 rojan weke herêmên ewlehiya taybet hatine ragihandin û çûnûhatina deverê ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin.

Parêzgeh weke sedem jî ‘Temîna Ewlehiya Netewî’ û ‘berlêgirtina kirina sûcan’ nîşan da.

Herêmên navborî dikevin nav sînorên navenda Şirnex, Güçlükonak (Çiyayê Gabarê), Cûdî ku dikeve nav sînorên Şirnex, Silopiya û Cizîrê, Altındağları jî dikeve nav sînorê Beytuşebab û Qilaban.

Qedexe ji 25ê Gulanê destpêdike û heya 8ê Hezîranê dewam dike. Herkesê ji herêman derê an bikeve herêmên navborî, divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îznê bistîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin