Li Şingalê xaniyek teqiya

Li Şingalê xaniyek teqiya

Li bajarê Şingalê di encama teqîna bombên DAIŞê de kurdekî êzîdî canê xwe ji dest da.

A+A-

Duh li Şingalê bombeya ku ji aliyê DAIŞê ve di nav xaniyê kurdekî êzîdî de hatibû danîn, teqiya.

Berpirsekî Şingalê bi navê Celal Xelef got, mixabin di wê rûdanê de welatiyekî êzîdî bi navê Nacî Berces canê xwe ji dest da.

Celal Xelef da zanîn, ew kesê ku hatiye kuştin nobedarê birca AsiaCell bû, dema çûbû nav xaniyê xizmekî xwe bomb pê de teqiyabû û hatibû kuştin.

Wî rayedarê Şingalê daxwaz ji xelkê Şingalê kir nêzîkî wan xaniyên ku nehatine paqijkirin, nebin.

 

(BasNews)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin