Li Şingalê termên jin û mêrek hatin dîtin

Li Şingalê termên jin û mêrek hatin dîtin

.

A+A-

Rojek piştî windabûnê, termên jin û mêrek li nahiya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê hatin dîtin. 

Rojek piştî windabûnê, termên jin û mêrek li nahiya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê hatin dîtin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; ew her du jin û mêr duh li nahiya Sinûnê winda bûn û îro termên wan li nêzîkî komelgeha Dihola ya ser bi nahiya Sinûnê hatin dîtin.

Herwiha eşkere kir ku her du jin û mêr bi çekan hatine kuştin û cihên gulleyan li ser laşê wan xuya ye.

Li ser vê mijarê çavkaniyek ji polîsê nahiya Sinûnê ji K24ê re ragihand; heta niha sedema kuştina wan nayê zanîn û ti kesek bi guman an jî bi tohmeta kuştina wan nehatiye desteserkirin.

Herwiha destnîşan kir; îhtimala wê yekê heye ku tawaneke terorîstî be, di demên borî de çendîn tawanên bi vî rengî li wê deverê hatine tomarkirin.

Jina ku hatiye kuştin, navê wê Sandra Xelîl e, ji xelkê komelgeha Guhbel e û 21 salî ye, navê zilam jî Dirêd Xalid e, ji xelkê komelgeha Xansor e û 28 salî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin