Li Silêmaniyê teqîn: Pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Li Silêmaniyê teqîn: Pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

 Li qezaya Mawet a ser bi Silêmaniyê ve pêşmergeyekî di encama teqîna mînekê de jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Ragihandina Polîsê Daristan li Silêmaniyê Hêmin Kemerxan ji Rûdawê re ragihand ku îro li herêma gundê Gaberaw ser bi qezaya Mawetê ve ji ber teqîna mînekî hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da ku pêşmerge bû.

Hêmin Kemerxan ragihand jî ji ber teqîna wê mînê şewat li deverê derket û tîmên Polîsê Daristan li ser agahdarkirinê gihiştine cihê bûyerê û li gel niştecihên deverê karîne şewatê kontrol bikin.

Li gor zanyariyan Berzan Hesenê 37 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da, pêşmerge bûye.

Hevalê Berzan Hesen, Bêstûn Umer li ser çawaniya bûyerê ji Rûdawê re ragihand ku duh çarşemê ew bi mebesta komkirina hêsin ji bo ku bifiroşin çûn herêma ser bi qezaya Mawetê ve û got, “Di dema karkirinê de ku di navbera me de nêzikî 400 metre hebû,  mînek bi Berzan ve teqiya û yek ji lingên wî jê bû ku heta niha jî li cihê bûyerê maye.”

Bêstûn Umer dibêje, “Min peywendî bi tîmên tendirustiyê kir, lê ji ebr xirabbûna wesayîta hawarçûnê, nekarîn bên û ez neçar bûm bi xwe bi dûriya çendîn metre veguhêzim bo cihê wesayîtê. Peywa wî ya dawî ew bû ku daxwaza avê dikir.”

Ew hevalê Berzan Hesen diyar jî kir, “Me peywendî bi tîmên rakirina mînan kir “bo ku biçin wî lingê jêbûyî ji cihê bûyerê bînin. Lê ji ebr nebûna tîmekî, heta niha jî nehatine. Ez neçar im jiyana xwe bixim metirsiyê û biçim wî lingî bînim.”

Jibilî canjidestdana wî pêşmergeyî di encama teqînê de, nêzikî 100 donim pûş û dar jî şewitîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin