Li Şêxanê ciwanek koçber di çemê Xazir de xeniqî

Li Şêxanê ciwanek koçber di çemê Xazir de xeniqî

Di roja duyem a cejna Remezanê de li sînorê qeza Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê, ciwanek koçber di çemê Xazirê de xeniqî û heta naha termê wî nehatîye dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê berevanîya bajar li Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî 25.05.2020ê ango roja duyem a cejna Remezanê de ciwanekî di rûbarê Xazirê de jîyana xwe ji dest da û xeniqî û heta naha termê wî nehatîya dîtin.’’

Herwaha got: ‘’Navê wî ciwanî Ehmed Muhsîne û 20 salîye. Herwaha koçbere, li sînorê parêzgeha Duhokê jîyana xwe derbas dikir.’’

Navborî got: ‘’Ew ciwan li wargeha Çire ya sînorê qeza Şêxanê li ser ava Xazirê xeniqî ango li ber avê çû, herçend tîmên me û xelkê deverê li termê wî digerin jî heta naha termê wî nehatîye dîtin.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin