
Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
.
A+A-
Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nava bazareke Serê Kaniyê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî hate kirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes kes hatin kuştin ku di nava wan de jin û zarokek hene û 8 kes jî birîndar bûn.
Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car teqîn lê çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.
Li Efrînê jî duhî li nava bajêr û pêr li gundê Basûtê teqîn hatine kirin û di encama wan her du teqînan de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin