Li Serê Kanî teqînek pêkhat

Li Serê Kanî teqînek pêkhat

.

A+A-

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû

Hat ragihandin ku li taxa Zerdeşt a Serê Kaniyê teqînek qewimî û di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, teqîn bi riya bombeyeke vedayî hatiye kirin di encamê de çekdarekî ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin û 4 kesên sivîl birîndar bûne.

Li herênê rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatine dagîrkirin, bi yekcarî rewşa ewlehiyê xirap e û her car teqîn rû didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin