Li ser kuştina 2 Kurdên Rojhilatî 28 parlamenterên Îranê li dijî Tirkîyê ketin tevgerê

Li ser kuştina 2 Kurdên Rojhilatî 28 parlamenterên Îranê li dijî Tirkîyê ketin tevgerê

28 parlamenterên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbarê bê helwestîya Wezareta Derve ya Îranê ya li hember kuştina du hemwelatîyên Kurd ên xelkê Şinoyê de hişyarî dan Mihemed Cewad Zerîf û daxwaza zelalkirinê li wî dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nameya hişyarîyê ji alîyê parlamenterê Mihabadê yê li parlamentoya Îranê, Celal Mehmûdzade ve hatîye amadekirin û 27 parlamenteran jî puiştgirî dane wê nameyê û îmze kirine.

Di nameyê de ew parlamenter bê helwestîya Wezareta Derve ya Îranê li hember kuştina 2 hemwelatîyên Kurd ên xelkê bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ji alîyê Tirkîyê ve, bi tundî rexne dikin û daxwaz dikin, ku ji ber wê bûyerê Balyozê Tirkîyê yê li Îranê bo Wezareta Derve ya Îranê ve gazîkirin û nerazîbûn û hişyarîyekî tund bi Tirkîyê were dan.

Ew parlamenter herwiha dibêjin, divê hikûmeta Îranê daxwaza qerebûkirinê ji Tirkîyê bike.

Têkildarî mijarê, parlamenterê Mihabadê Celal Mehmûdzade ragihandîye, ew li bendê bûn ku ji ber bombebarana navçeyên sînorî û kuştina du hemwelatîyên sivîl, Balyozê Tirkîyê bo Wezareta Derve ya Îranê were bangkirin û Tehran derbarê wê êrîşê de bi fermî hişyarîyê bide Enqerê û daxwaza qerebûkirinê bike.

Celal Mehmûdzade gotîye, hêj Wezareta Derve ya Îranê ti bertek nîşan nedaye û bersiva nameya wan jî nedaye. Mehmûdzade dîyar kirîye, ku wan di nameya xwe de daxwaza raporta berteka Îranê ya li hember wê êrîşê kirine.

Roja Sêşemîyabihorî 28ê Nîsanê, balafirên cengî yên Tirkîyê navçeyên sînorî yên li sêgoşeya navbera Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, ku di encamê de 2 hemwelatîyên xelkê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan. Li gor agahîyan û gotinên malbatên wan, ew herdu hemwelatî ji bo komkirina gîyayên biharê çûbûne navçeyên ser sînor.

Wezareta Derve ya Îranê heta niha bûyera kuştina wan herdu hemwelatîyên Kurd û hemwelatîyên xwe şermezar nekirîye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî ragihandîye, ew li benda raporta fermî ya derbarê cihê bûyerê û awayî kuştina wan herdu kesan in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin