Li ser 3 şaredarîyên HDPê qeyûm hatin danîn

Li ser 3 şaredarîyên HDPê qeyûm hatin danîn

Hikûmeta Tirkîyê, li ser sê şaredarîyên bajarê Sêrt û herdu navçeyên Hawêl (Baykan) û Misirce (Kurtalan) ên di destê HDPê de qeyûm danîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Tirkîyê îro di daxuyanîyekê de aşkere kir, ku Seroka Şaredarîya Sêrtê, Berîvan Helen Işik, Serokê Şaredarîya Hawêlê Ramazan Sardilmaz û Serokê Şaredarîya Misirceyê Baran Akgul ji kar hatin avêtin û li cihên wan qeyûm hatin erkdarkirin.

Walîyê Sêrtê, Ali Fuat Atik jî ragihandîye, ku qeymeqamên wan navçeyan wek qeyûmê şaredarîyan hatine erkdarkirin.

Li gor daxuyanîya Walî, Qaymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç û Qaymeqamê Misirceyê Îhsan Emre Aydın li şûna şaredarên HDPyî yên ji kar avêtî, wek qeyûm hatine destnîşankirin.

Herwiha hat ragihandin, ku hersê şaredarên HDPê yên ji kar hatine avêtin, ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê ve hatine desteserkirin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredarîyên bajarên mezin bûn. Lê belê heta niha bi hincetên wek piştgîkirin û alîkarîyên bo rêxistina terorê 43 şaredarî ji dest HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredarîyan qeyûm hatine danîn.

Hevserokê Şaredarîya Îdirê hat desteserkirin

Ji alîyê din Hevserokê Şaredarîya Îdirê, Yaşar Akkuş îro Înê 15ê Gulanê ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê ve hat desteserkirin. 

Ajansa fermî ya Tirkîyê, Ajansa Anadoluyê ragihandîye, ku Hevserokê Şaredarîya Îdirê di çarçoveya lêpirsîna terorê ya derheqê wî de hatîye desteserkirin.

Li gor zanyarîyan, hêzên ewlehîyê ji bo desteserkirina wî, bi ser avahîya Şaredarîya Îdirê û herwiha mala Yaşar Akkuş de girtine û piştî lêgerîn û pişkinînan, Akkuş li mala wî desteser kirine û piştre bo baregeha Rêveberîya Asaişa Îdirê veguhastin.

Hêzên ewlehîyê herwiha li derdora avahîya şaredarîyê bi wesayitên zirhî tedbîrên tund wergirtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin