Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 12 hunermendên jin hatine desteserkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 12 hunermendên jin hatine desteserkirin

.

A+A-

 Di mehekê de 12 çalakvan û hunermendên jin ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin an jî bo lêpirsînê hatine bangkirin.

Li gor raporta Tora Mafên Mirov, di pêla desteserkirina çalakvanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê de, 6 çalakvanên jin jî bi navên Derya Talebanî, Esrîn Mihemedî, Ezîme Nasirî, Rojîn Mihemedpûr, Ferîba Ehmedî û Roya Celal hatine desteserkirin.

Li gor wê raportê, 5 hunermend jî bi navên Îlham Yezdanpûr, Semîra Ferehnakî, Nesteran Yezdanpûr, Nazenîn Etabekî û Melîhe Mûradî ku endamên Koma Mûzîkê ya Gilarîs a Kirmaşanê ne, herwiha Arezû Mistefayî ya şaîr ku 17 salî ye û ji Merîwan e bo Îtlaatê hatine bangkirin û piştre bi danîna kefaletê hatine azadkirin. Arezû 3 rojan di zîndanê de hatiye ragirtin.

Di raportê de tê gotin ku saziyên ewlekariyê yên Îranê gef li malbatên girtiyan xwarine daku zanyariyan derbarê girtina kesûkarên xwe de belav nekin.

Ezîme Nasirî ya xelka Bokanê roja 9ê Kanûna 2021ê bi tohmeta hevkarîkirina partiyeke dijî Komara Îslamî hatiye desteserkirin û heta niha di zîndana Îtlaata Supaya Pasdaran a Urmiyê de girtî ye.

Esrîn Mihemedî ya xelka Sine û Derya Talebanî ya xelka Mehabadê jî heman rojê li Tehranê hatine desteserkirin û ew jî di heman girtîgehê de ne.

Rojîn Mihemedî û Ferîba Ehmedî roja 19ê Kanûnê ji aliyê Îdareya Îtlaatê ya bajarê Bokan ve hatine desteserkirin û ew jî li Urmiyê girtî ne.

Çalakvana jîngehparêz û endama Komeleya Kesk a Kurdistanê Roya Celalî roja 2ê Sibata 2021ê ji aliyê Îtlaata bajarê Sine ve hatiye girtin û ti zanyariyek derbarê wê nîne.

Ji destpêka îsal ve û heta niha zêdeyî 100 çalakvanên siyasî, sivîl, kulturî û xelkên sivîl li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin