Li Rojavayê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Rojavayê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

.

A+A-

Seranserê Rojavayê Kurdistanê, ji xeynî Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî, bi sed hezaran xelk daketin meydanan û Cejna Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin.

Li çar perçên Kurdistanê bi boneya Newrozê û serê sala Kurdî aheng birêve diçin û xelk bi cil û berg, sembol û remzên Kurdî û alaya Kurdistanê cihê xwe di ahengan de digirin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî agirê Newrozê hat vêxistin û welatiyan bi cil û bergên netewî li qadên taybet bo Newrozê seyrangehan Cejna Newrozê pîroz kirin.

Îro li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, ji bilî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi sedan hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi bilindkirina Ala Kurdistanê daketin qadên Newrozê.

Piraniya ahengên Newrozê ji cihê ji aliyê Rêveberiya Xweser û Eencûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve hatin pîroz kirin.
 

Li Amûdê ji hev cuda ahengên Newrozê hatin sazkirin. Di ahenga ji aliyê ENKSê ve hate sazkirin de welatî bi cil û bergên xwe yên netewî û Ala Kurdistanê beşdar bûn.

Herwiha Rêveberiya Xweser jî li gundê Çaxir Bazar ahenga pîrozbahiya Newrozê saz kir û bi sedan welatî li qada Newrozê kom bûn. Agirê Newrozê ha pêxistin.

Li navçeya Aliyan li gundê Eleqoşê jî cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Li Kobanî hî pîrozbahiya Newrozê li daristana Kobanî ya li rojavayê bajêr birêve çû û bi hezaran welatiyan bil cil û bergên xwe yên netewî beşdarî kirin.

Li Qamişlo beşek ji welatiyan diyar kirin ku ew ne ser bi ti partiyan ve ne li devera Gundê Hîmo Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kirin û govend gerandin.


Herwiha alîgirên Rêveberiya Xweser jî li nêzîkî Hîmo li aliyekî din cejna Newrozê pîroz kirin.

Ahenga Cejna Newrozê li Dirbêsiyê ji aliyê veli Gundê Sêbîrka hat lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin