Li Rojavayê Kurdistanê 4 leşkerên Tirkîyê hat kuştin

Li Rojavayê Kurdistanê 4 leşkerên Tirkîyê hat kuştin

Wezareta Berevanîya Trkîyê kuştina 4 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku li îro Çarşemê (08.01.2020) Rojavayê Kurdistanê di encama êrişekê de 4 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanîya Tirkîyê di dema ku leşkerên Tirkîyê kontrola rê dikirin, rastî êrişê hatine.

Êriş li Serê Kanîyê hate encamdam û di nava leşkeran de hatî kuştî yek xelkê Dîloka Bakura Kurdistanê ye û navê Erol Yanik e. Herwiha ji wan kuştîyan Sinan Kose xelkê Edanê ye û Halil Karakoç jî xelkê Mersînê ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin