Li Rihayê 11 cotkar hatin desteserkirin

Li Rihayê 11 cotkar hatin desteserkirin

.

A+A-

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê 11 cotkarên dijî qûtkirina elektrîkê ya DEDAŞ’ê çalakî li dar xistin, di serdegirtina malên xwe de hatin desteserkirin.

Li gundê Dibis ser bi navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê di 13ê Tebaxa 2021ê cotkaran dijî qûtkirina elektrîkê ya DEDAŞê çalakê li dar xistibû û rêya di navbera Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li çûn û hatinê girtibûn.

Îro 18ê Tebaxa 2021ê leşkeran bi hinceta ku çalakî kirine bi ser 11 malên cotkaran de girt û ew desteserkirin.

Li gor agahiyan cotkar birine Fermandariya Cenderme ya navçeya Kaniya Xezalan.

Li navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê dema cotkaran rê qûtkiribû jendermeyan bi TOMA û bombeyên rondikrêj midaxele kiribû di encamê de 2 kes birîndar bûn. Herwiha 7 kesên ku li cihê bûyerê hatibûn desteserkirin jî di demeke kurt de hatibûn berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin