Li Riha û Amedê 3 tax, 2 kolan û 5 avahî hatin kerentînekirin

Li Riha û Amedê 3 tax, 2 kolan û 5 avahî hatin kerentînekirin

Li parêzgehên Riha û Amedê yên Bakurê Kurdistanê, 3 tax û 2 kolan û 5 avahî hatin kerentînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgarîya Rihayê ragihand ku li bajarokên Bîrecûk, Xelîlyê, Eyûbîye, Wêranşar, Grê sor û Gurnê reş çend haletên korona hatine destnîşankirin û ji ber wê yekê biryar hatîye dayîn, li wan her 6 qezayan 2 tax, 2 mezra û 5 avahî bo dema 14 rojan bên kerentînekirin.

Li Amedê jî li bajarokê Bismîlê, piştî ku encamên pişkinînkirina gencekî pozitiv derket, taxek hat kernetînekirin .

Li gorî amarên dawîyê yên Wezareta Tendirustî ya Tirkîyê heya niha li Tirkîya û Bakurê Kurdistanê 170 hezar û 132 kes bi korona ketine ji wê hejmarê jî 4 hezar û 692 tuşbû canê xwe ji dest dane û 137 hezar û 969 tubû baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin