Li Rezanê 153 kesên bi vîrûs tespît kirin

Li Rezanê 153 kesên bi vîrûs tespît kirin

Li 4 kolanên Navçeya Rezan a Amedê yekîneyên filyasyonê 153 kesên bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) tespît kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Bajarê Amedê qedexeya bê maske ya derketina kolanan îro dest pê kir. Di roja ku qedexeya bê maske dest pê kir de li 4 kolanên Navçeya Rezan a Amedê 153 kesên bi virûsa corona hatin tespîtkirin. Yekîneyên fîlyasyonê di xebatên bûyerên vîrûsê de li 4 kolanên taxa 5'ê Nîsanê yên 839, 851, 852 û 853'an de 153 kesên bi şewbê tespît kirin. Ji ber şewba vîrûsa corona ji 6'ê Hezîranê heta 14 rojan kolan xistibûn qerantînayê. Yekîneyên Filyasyonê di xebatên lêkolinê de ji 190 testan di 153 kesan de virûsa corona tespît kirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin