Li Qamişloyê pirsgirêka nan berdewam e

Li Qamişloyê pirsgirêka nan berdewam e

.

A+A-

Li Qamişlo û hinek navçeyên Rojavayê Kurdistanê kêmasî û pirsgirêka nan berdewamê û xelkê Rojava jî ji ber vê yekê bi gazinin.

Ev demeke li Qamişlo û hinek navçeyên din, nan kêm bi dest xelk dikeve, êdî ji aşê taxa Tey ya Qamişlo ard nagihêje firnan, aşên Rêveberiya Xweser jî nikarin pêwîstiya firinan ji ard pêk bîne, lewma niha girêbest ligel çend aşên ehlî îmze kiriye.

Kalîta nan jî ne baş e, gelek kepek di nav de heye.

Ev nanê gerim yê firneke Qamişlo hisreta gelek malbatan in, bi taybet jî malbatên hejar.

Rojane xelk li ber devê deriyê firnê kom dibin, yê ku stand, wê rojê zarokên xwe zik têr kir, yê ku nestnd jî naçare biçe nanê qalind bi nirxekî giran bikire, bi taybet niha jî dolar li hemberî lîreyê bilind bûye.

Koçberê Serê Kaniyê Silêman Hisên li ser kêmasiya na wiha dibêje “Li ber rojê nanê xwe radixin, nanê kapekî şil dibe, zûha dikin ji bo ku bê xwarin, lê xelk bigaznin, her roj pirsgirêk ji wan re derdikeve.”

Welatiyê Qamişlo Cemal Mihemed jî li ser vê yekê got “Rêveberiya Xweser dibêje, ji ber ku girbêsta xwe bi du aşên taxa Tey ya Hikûmeta Sûriyê re bidawî anîn û li Hesekê girêbest ligel aşên taybet re kirin, lewma ard kêm bû, lê nêzîk ev pirsgirêk jî çareser dibe.”

Serokê Desteya Firanen Mehmûd Mihemed di derbarê pirsgirkê de ragihand ku “Niha ard nêvî digihêje firnên Qamişlo yên girêdayî Rêveberiya Xweser ku têra hemû welatiyan nake û tenê firneke Hikûmeta Sûriyê heye.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo eşkere kir, ku ew ard didin 9 firnan lê têra wan nake, lewma bi rêya aşên taybet wê hewl bidin pêwîstiya firnan tije bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin