Li Mûşê muxtarên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

Li Mûşê muxtarên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

Muxtarên çar gundên ser bi navçeya Milazgira parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor medyaya Tirkîyê, bi biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî 12ê Sibata îsal di operasyonekê de hêzên ewlekarîyê ‎yên Tirkîyê bi ser malên muxtarên 4 gundên ser bi Milazgirê ‎de girtin.

Di wê operasyonê de, muxtarê gundê Yeramîşe Mehmet Kaya, muxtarê gundê Axwêran Milazim ‎Altun, muxtarê gundê Elîqarxane Sertip Demir û muxtarê gundê Qasimî Salih Soylemez hatin desteser kirin.‎

Ew her çar muxtar bi hinceta ku hatine desteserkirin, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ji kar hatin ‎dûrxistin.

Tê çaverêkirin ku li şûna wan muxtaran qeyûm bên danîn.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin