Li Minbicê şerekî dijwar derket

Li Minbicê şerekî dijwar derket

.

A+A-

 Li rojavayê Minbicê şer di navbera şervanên HSDê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve derket.

Li herêma rojavayê bajarê Minbic ku dikeve li çeperên rojavayê bajarokê Ureyme li rojhilatê Helebê şer di navbera hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbic a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve û hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve derket.

Li gor zanyariyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî, ew şer û pevçûn şeva 3-4ê vê mehê û heta sibeha 4ê vê mehê li rojavayê Minbic li çeperên rojavayê bajarokê Ureyme li rojhilatê Helebê berdewam bû.

Her li gor zanyariyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî di encama wî şerî de ziyanên canî hebûne, lê hejmara nehatiye zelalkirin.

Roja 30 Hezîrana borî jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar gundên Ereb Hesen û Um Edse li gundewarê Minbic mûşekbaran û gundên Dendaniye û Yaşlî yên li çeperê çemê Sacûr li bakurê Minbicê gulebaran kiribûn.

Bajarê  Minbicê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, piştî destpêkirina şerê navxwe li Sûriyê, sala 2012an ket destê grûpên çekdar ên opozisyonê, lê DAIŞê sala 2014an ew bajar ji destê wan grûpan derxist.

Sala 2016an jî Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke berfireh bo ser wî bajarî da destpêkirin û Minbic bi temamî kontrol kir.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, hêzên xwe li derdora wî bajarî kom kirine û bi sedemê car caran li herêmên ciyawaz ên wî bajarî şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çekdarên Tirkiyê de rû didin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin