Li Merîwanê hezar hektar zevî û daristan şewitin

Li Merîwanê hezar hektar zevî û daristan şewitin

.

A+A-

 Çalakvanên jîngehparêz ên Merîwana Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, di agirê van çend rojan de nêzîka hezar hektar daristan şewitiye, hê agir nehatiye kontrolkirin û saziyên peywendîdar bo vemirandina agir wek pêwîst hevkariyê nakin.

Endamê Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya Îrfan Hûsênî got: “Şeva borî agirê daristanên Dereweran hat vemirandin, lê dîsan derketiye û hevdem agirê daristanên Derweran ber bi gundên derdorê ve çûye.”

Çalakvanên jîngehparêz ên Merîwan behsa wê yekê dikin ku rûberê agir zêde ye û hêza mirovî û pêdiviyên pêwîst bo vemirandina agir li ber dest nînin. Sedemên cuda ên şewitîna daristanan hene, ji xeamsariya xelkê xwecihî û geştyaran bigre heta digihe hêzên serbazî ku bi gotina xelkê, bi hinceta parastina aliyê emnî dişewitînin.

Li gor raporta Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya, îsal 120 caran agir bi daristanên Merîwan ketiye, lê saziyên peywendîdar hewl nedane agir vemirînin. Îrfan Husênî dibêje, tenê çavkaniyên xwezayî nêzîka 10 hezar kesên wê hene ku di vemirandina agir de hevkariyê dikin, lê saziyên, mînak hêzên serbazî wek artêş, ku divê bo vemirandina agir hevkar bin, ti hevkariyekê nakin.

Husênî bale dikşîne ser navenda Kontrolkirina Krîzan ku divabû niha ji ber agirên van rojan ên Merîwan bicviya, lê heta niha neciviya ye. Serokê Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî ya Merîwan Azad Namdarî jî dibêje, 32 kes ji fermanberên vê saziyê ji bajarên Merîwan, Sine û Kamêran bo vemirandina agir hevkarî kirine.

Li gor Husênî, li gundê Dolebî nêzîka 2 hezar dar şewitî ne ku temenê wan di navbera 400-500 salî de bûye. Azad namdarî jî dibêje: “Heta niha nayê zanîn çiqas rûberê daristanan şewitiye.” Lê bi gotina çalakvanên jîngehparêz, di agirên gundên Dolebî, Dereweran, Kolît û Hacî Ebdulla nêzîka hezar hektar daristan şewitiye û heta niha tenê agirê gundê Kolît bi tevahî hatiye kontrolkirin.

Agirê gundê Dolebî rûbereke zêde li xwe girtiye û Encûmena Keskatiya Çiya jî hewl dide agir kontrol bike. Azad namdarî dibêje, her sal destpêka meha Hezîranê agir destpê dike, lê îsal ji ber hişkesaliyê nêzîka mehekê zûtir derketina agir destpê kiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin