Li Mêrdînê ji bo 11 gundan karantîn hat ragihandin

Li Mêrdînê ji bo 11 gundan karantîn hat ragihandin

.

A+A-

Li navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna koronayê ji îro êvarê ve li 11 gund û taxan ji bo 14 rojan karantîna tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya navçeya Midyadê li gundê Hêştirk, Dalîn, Qartmîn, Kerşam, Bahwar, Mizîzex, Ebşî, Dêrizbîn, Kindirîb, Kfarxelo biryara karantînayê hatiye wergirtin.

Herwiha bi heman hincetê li gundê Tileyakûb ya bi ser navçeya Nisêbînê biryara qerentinayê hat ragihandin.

Karantîna îro êvarê dê demjimêr 19:30an de destpê pike û heta 7ê Îlona 2021an demjimêr 05:00 an berdewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin