Li Meletî û Bedlîsê karantîna li ser hin cihan hat rakirin

Li Meletî û Bedlîsê karantîna li ser hin cihan hat rakirin

Li herdu bajarên Meletî û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê karantîneya li ser 2 avahî û taxekê hate rakirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarokê Tîranda Darende ya Meletîyê, taxa Ilica di 29ê Adarê de ji ber metirsîya belavbûna koronayê ketibû karantîneyê. Lê Parêzgerîya Meletîyê bi daxuyanîyeke nivîskî karantîneya li ser wê taxê rakir.

Herwiha li bajarokê Kiştonik (Yolalan) ê Bedlîsê jî di 20ê Nîsanê de 2 avahî hatibûn karantînekirin lê hat zanîn karantêîneya li ser wan her du avahîyan jî rabûye.

Ji alîyekî din ve li bajarê Wanê digel qedexeyê jî şîn hatibû danîn û û ji ber wê şînê, hejmarek welatî hatibûn karantînekirin.

Parêzgerîya Wanê ji ber vê sedemê li 4 taxan karantîne ragihandibû û muxtarê taxa Ortanca, Mehmet Nuri Yonten ji kar hate dûrxistin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin