Li Konyayê êrişî malbata Kurd kirin: 7 kes hatin kuştin

Li Konyayê êrişî malbata Kurd kirin: 7 kes hatin kuştin

.

A+A-

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de herî kêm 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Bûyer demjimêr 18.30 li navçeya Meram a ser bi parêzgeha Konyayê ve qewimî û li gor zanyariyan grûpeke nenas bi çekan êriş birin ser malbateke Kurd a li gundê Hasankoy.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama wê êrişa çekdarî de jin û zarok jî di nav de 7 kes ji malbata Kurd hatin kuştin. Ew mala rastî êrişê jî hat ji aliyê êrişkaran ve hat şewitandin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskîn li hejmara xwe ya Twitterê derbarê bûyerê de amaje bi wê kir ku ev malbata berî niha jî rastî êrişê hatibû û got, “Kesên girtî hatibûn berdan û derbarê malbatê de jî biryara `parastinê` hatibû dayîn. Me ev bûyer dişopand. Em gelek xemgînin. Gencekî wê malbatê gotibû, `Em gelek ditirsin.`”

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konya û ev dema 15 sal e li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku hatine kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Kesên êrişkar piştî bûyerê reviyane û hêzên emnî ji bo girtina wan xebat dane destpêkirin.

k.webp

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin