
Li Kirmaşanê di rûdana trafîkê de 5 kes mirin
.
A+A-
Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneke trafîkê de 5 kesan
Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Duh li ser rêya bajarên Kirmaşan û Kamyaran ên Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de tevahiya sernişînên otomobîlê, ku 5 kes bûn, mirin û şofêrê kamyonê jî birîndar bû.
Bi gotina berpirsê trafîka Kirmaşanê, bûyer ji ber vegeriyana xelet ya otomobîlê qewimiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin