Li Kirmaşanê 300 gund bê av in!

Li Kirmaşanê 300 gund bê av in!

.

A+A-

 Li prêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 300 gund bê av in û divê bi tankeran av ji bo wan bê dabînkirin.

Saziya Avdêriyê ya Kirmaşanê ragihand ku pirsgirêka kêmaviyê li 300 gundên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê heye , herweha krîza avê li beşek ji taxên bajar jî tê dîtin.

Saziya Avdêriyê ya Kirmaşanê dibêje ku ji ber bikaranîna zêde ya avê ji bo çandiniyî  %50 çavkaniyên avê li parêzgehê kêm bûne.

Herweha Saziya Avdêriyê ya Kirmaşanê da xuyakirin ku bo milyonek şêniyên Kirmaşanê  250 hezar metre sêgoşe av pêwîst e, lê niha tenê 130 hezar metre sêgoşe av heye. 

Saziya Avdêriyê ya Kirmaşanê di heman demê de eşkere kir ku kêmbûna rêjeya barîna berf û baranê bandor li ser çavkaniyên avê li Kirmaşanê kiriye.

Ji aliyê din ve Saziya Keşûhewayê ya Îranî jî ragihand ku hişkesaliya li Kirmaşanê, ji 50 salan berî niha ve bê mînak bûye û ava vexwarina xelkê şêlû û levitî ye.

Saziya Keşûhewayê ya Îranî diyar dike ku barîna befir û baran li parêzgeha Kirmaşanê di wan 50 salên derbasbûyî de bi qasî %31 kêm bûye.

Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkên ava vexwarin û averoyan û ava ji bo çandiniyê hene, lê hikûmeta Îranê jî ti bernameyek ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan nîne û ew pirsgirêk piştguh kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin