Li Kerkûkê taxên kurdan ji hemû xizmetan bêpar tên hiştin

Li Kerkûkê taxên kurdan ji hemû xizmetan bêpar tên hiştin

.

A+A-

Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin tenê di îsal 165 projeyên xizmetkariyê li qezaya Hewîcayê cibicî kirine, lê taxên Kurdan li Kerkûkê ji projeyên xizmetkariyê bêpar kirine.

Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin Rakan Cibûrî tenê di îsal de 165 piroje ji bo sînorê Hewîce cîbicî kirine, lê taxên Kurdan ji hemû budceyên ku tên bajêr bêpar in û ti projeyek jî lê nehatiye cibicîkirin. Xelkê taxa Barûtxane ya Kerkûkê ji bo daxwaza mafên xwe kom bûne û nerazîbûna xwe li ser nebûna xizmetguzarî û xistina cudahiyê di pêkanîna projeyan de nîşan dan.

Rakan Cebûrî piraniya çalakiyên xwe li navçeya Hewîceyê li ser tora civakî nîşan dide û rojane projeyên nû ji xizm eşîra xwe û gundê li devera xwe vedike. Li Hemberê jî taxê kurdan piştguh kiriye û ti proje lê venekirine, bi awayekî ku jiyan lê pir zehemt bûye.

Di wê derbarê de, welatiyekî taxa Barûtxane ya kurdan li Kerkûkê ji K24ê re got: “Rewşa Kurdan li Kerkûkê gelekî xirap e, ev parêzgarê hatiye sepandin, ji piştî 16ê Cotmeha 2017an de ti projeyên xizmetkariyê ji Kurdan re nekiriye.

Welatiyekî din jî got: “Zêdetir ji salekê ye kolana sereke ya taxa wan têk çûye û biryar bû bihata qîrkirin, lê ji ber bihaneya ku zêdegavî li ser rê hatine kirin, ew proje hatiye rawestandin.”

Ji ber nebûna projeyên xizmetkariyê li taxên Kurdan li Kerkûkê, gelek pirsgirêk wek têkçûna riyan, nebûna av û elektirîkê komên zibil û gemarê çêbûne û her ku diçe pirsgirk kûrtir dibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin