
Li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê pêkanîn
.
A+A-
Sibê li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê pêkanîn.
Li gor Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî diyar kiriye: “Biryar e sibê li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de tê pêkanîn û wê dest bi civînan bikin ji bo tijekirina valahiya ewlehiya li deverê.”
Xefaçî daye zanîn: “Me li Diyala, jûra hemahengiyê pêk aniye û em serkeftî bûn, li Kerkûkê jî em ê sibe civînê bikin, nûnerê Pêşmerge jî li jûrê amade bibe.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî herwiha eşkere kir: “Karê jûrê di destpêkê de danûstandina zanyariyan e û herwiha gotûbêjkirina li ser zanyariyên îstixbaratê yên çekdarên DAIŞê ye, ku armanca hemûyan rûbirûna wan e.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin