
Li Kerkûkê hejmarek şikeft û tûnêlên DAIŞê hatin teqandin
.
A+A-
Artêşa Iraqê hejmarek ji şikeft û tûnelên çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê teqandin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di çarçoveya operasyonên hêzên hevbeş li başûrê Kerkûkê de, 9 şikeft, 3 tûnelên û 5 bombe çekdarên DAIŞê hatin teqndin û 127 mûşek û 2 motorsîklên hatin desteserkirin.
Ev di demekê de ye, duhî hêzên artêşa Iraqê bi hevbeşî ligel Polîsa Federalî û Heşda Şeibî dest bi operasyonên leşkerî li navçeyên Wadî Şay, Wadî Zegîton û gundê Sade û gundê Esrê yên li başûrê Kerkûkê kiribûn.
Di wê derbarê de, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî aşkere kir, tevî dijwariya erdnîgariya wê herêmê, lê operasyonên wan berdewam in, ji ber ku çekdarên DAIŞê hewl didin xwe birêxistin bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin